Jiyan

Li Qersê gund di bin berfê da man

Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci  | 14.10.2025 - Rojanekırın : 14.10.2025
Li Qersê gund di bin berfê da man Hüseyin Demirci

Kars

 Li Qersê piştî ku berf barî, gundên li herêmên bilind bi berfê nixûmîn.

Berfa ku duh li bajêr dest pê kir û dem demî barî, li herêmên bilind heta danê sibê dewam kir.

Li ser rêya Qers-Goleyê gundên bilindahiya wan 2 hezar û 300 mêtro ye bi berfê nixûmîn.

Gundî heywanên xwe dibin cihên ku berf lê tune û li wir diçêrînin.

Şivan Hayatî Bayşu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew heta 15ê Mijdarê heywanan li derva diçêrînin û wiha axivî: "Ev berf radibe û her sal wiha berf dibare. Ji ber ku berf dibare em heywanan ji tewleyê dereng derdixin û zû tînin."

Li navçeya Sariqamîşê jî ji ber sermayê qiravî çêbû.

Piştî ku berf barî germahiya hewayê ya bişev di binê sifirê da daket 6 pileyan.

Serê sibê paceyên wesayîtan, dar û beran qiravî girt.

Golên biçûk ên li devera Çemê Acisuyê qerisîn.

Hin heywandaran li qada ku qiravî girtiye heywanên xwe çêrand.

Ji welatiyan Onder Agbaba got ji ber sermayê qiravî çêbûye û wiha axivî: "Hêdî hêdî zivistana Sariqamîşê tê. Duh êvarê hewa di binê sifirê da 6 pile bû. Heke wiha here berf wê bibare."









Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın