Jiyan

Li Qersê deverên çolterê bi berfê venixumîn

Cüneyt Çelik, İdris Karaoğul  | 17.02.2026 - Rojanekırın : 17.02.2026
Li Qersê deverên çolterê bi berfê venixumîn İdris Karaoğul

Kars

 Li Qersê cih û warên li deverên çolterê bi berfê venixumîn.

Li cihên bilind ên bajêr berfê, li navenda parêzgehê jî sermayê tesîra xwe nîşan da.

Li navçeya Akyakayê malên gundan bi barîna berfê ra di bin berfê da man.

Li gundê Boyuntaşê xwendaran keysa xwe li berfê anîn, li hewşa dibistanê mala îglo çêkir û alaya Tirk pê va daliqand.

Li navçeya Arpaçayê jî li gundê Tepekoyê yê raqim biqasî 2 hezarî, mal, gom, tewle û zevî bi berfê venixumîn.

Li navçeyê gundên bi berfê spîçîlbûyî bi dronê hatin kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın