Ömer Tarsuslu
28 Nîsan 2024•Rojanekirin: 03 Gulan 2024
KARS (AA) - Cemeda Gola Aygirê ya li Susuza navçeya Qersê vedihele ku li ser kevirên volkanîk e û zivistanê rûyê wê diqerime.
Li bajarê ku zivistan herî zêde dirêj dike û bi zehmetî derbas dibe, piştî Gola Çildirê, rûyê Gola Aygirê jî ya ku li raqima 2 hezar û 300î ye, zivistanê bi temamî diqerime.
Cemeda gola ku bi rêbaza "Eskîmoyan" masîgirî lê tê kirin, ji ber ku raqima wê bilind e dereng vedihele.
Gola Aygirê ya ku di demsala biharê da piştî dinya germ bû, cemeda li peravên wê jî vedihele, bi dronê hat kişandin.
Tevî ava belekiyên vedihelin va asta ava golê bilind bû.