Jiyan

Li Diyarbekirê cesedê şivanê winda di golê da hat dîtin

Bestami Bodruk  | 27.04.2024 - Rojanekırın : 28.04.2024
Li Diyarbekirê cesedê şivanê winda di golê da hat dîtin

Diyarbakir

 Li Çêrmûka navçeya Diyarbekirê cesedê Şeyhmus Arslanê şivan ê ku winda bûbû di golê da hat dîtin.

Ji bo dîtina Arslanê (20) ku li taxa çiyayî Akçaorten a ser bi navçeyê dijiya û şivantî dikir, ekîbên Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD), Rizgarkirina Medîkal a Neteweyî (UMKE), Lêgerîn û Rizgarkirina Zanîngeha Dicleyê (DUAK), Komeleya Lêkolîn Perwerde Piştevanî û Lêgerîn û Rizgarkirinê (ANDA), digel cendirme û ekîbên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Şaredariya Çêrmûkê, di golê da dest bi xebatê kirin.

Di encama xebata ekîban da cesedê şivan ji golê hat derxistin.

Cesedê Arslan bi mebesta otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûkê.

Arslanê ku li taxa çiyayî ya Akçaortenê dijiya, 22ê nîsanê serê sibê ji malê derket û venegeriya, xizmên wî piştî ku lêgeriyan û ew nedîtin, xeber dan rayedaran.

Bi mebesta dîtîna ciwanê navborî ekîban dest bi xebatê kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın