Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
18 Gulan 2024•Rojanekirin: 28 Gulan 2024
Li Qersê li deverên bilind berf barî û serma çêbû.
Li bajêr piştî barana ku duh barî li deverên bilind berf barî û serma çêbû.
Ji ber sermayê li navenda bajêr camên wesaîtan cemed girt.
Li navçeya Sariqamîşê piştî baranê berfê jî lê kir û bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 4 pile hat pîvandin. Ji ber sermayê ava golên biçûk û camên wesaîtan cemed girt û qiravî ket.
Ji welatiyan Erol Gok diyar kir ku hê ji zivistanê derneketine û got ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 4 pile hat pîvandin.