Hüseyin Demirci
03 Gulan 2022•Rojanekirin: 04 Gulan 2022
Li Sariqamûşa navçeya Qersê bazê sor ê ku bi birîndarî hat dîtin piştî tedawiyê dê were berdan.
Li çoltera navçeyê şivanên ku bazê birîndar dîtin, agahî dan ekîbên têkildar.

Bazê ku li çolterê bi destê ekîban hat hildan, bo Navenda Rizgarkirina Jiyana Kovî û Rehabîlîtasyonê ya Zanîngeha Kafkasê hat veguhestin. Bazê ku li vir hildan bin tedawiyê, piştî ku baş bibe dê were berdan.