Gola Mişko ya ku bi ava berf û baranê va piştî salan tijî bû heywandar kêfxweş kirin
Kars
Li Qersê Gola Mişko ya ku bi qasî 16 sal şûnda bi ava berf û baranê va tijî bû, heywandarên ku derdikevin zozanan kêfxweş kirin.
Gola Mişko piştî sala 2006an ava wê kêm bû û hêdî hêdî ziha bû.
Heywandarên ku derdikevin zozanan ên ku bi salan di dabînkirina ava ji bo heywanan da tengasî kişandin, îsal pir kêfxweş in ku gol bi ava berf û baranê va tijî bû.
Heywandar ji hilgêrê li bendê ne ku dinya germ bibe, gol jî mazûvaniya çivîkên koçber dike.
Şêniyê gundê Halefoglu yê nêzîk Dalyan Ogul ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew zehf bikêf in ku gol dîsa tijî av bû.
Ogul wiha axivî, "Berê her der ax bû, berê ji ber xwelî xubarê meriv nikaribû çavê xwe vekira, lê niha bi barîna zêde ya berfê va em dîsa gihîştin gola xwe, dîsa heyat vegeriya vir."
Şêniyê gundê Kuyucukê Hikmet Aydin jî diyar kir ku îsal ew ê li zozan tengasiya avê nekişînin.
Aydin bal kişand ku ew ê ber bi dawiya mehê dest bi hilgêrê bikin û wiha axivî, "Wan pêlan me bihîst ku Gola Mişko tijî av bûye, em çend kes derketin zozan û me bi çavê serê xwe jî dît. Her der pir baş e, ax bi avê têr bûye. Em hêvîdar in dê bibe saleke bi ber û berhem. Îsal heywanên me dê tengasiya avê nekişînin. Em çaverêyî dema hilgêrê ne."