19 Hezîran 2016•Rojanekirin: 20 Hezîran 2016
KARS
Li Tirkiyê gelek deran dereceya germahiya hewayê ji 40î zêdetir, lê li Sarikamişa navçeya Qersê di malan da hê sobe tên dadan.
Li rojava û başûrê Tirkiyê mirov li ber germê nema îdare dikin, lê li Sarikamişê ji ber sermayê mal hê bi sobê germ dibin. Welatiyên navçeyê par meha berfanbarê vir va sobe danîne û ji ber ku hê hewa germ nebûye, di meha hezîranê da jî sobe nehatine hildan.
Ji şêniyên taxa Tepeyê Şenay Vanli destnîşan kir ku demeke dirêj e baran dibare û sar û wiha dewam kir: "Digel ku dem 19ê hezîranê be jî em hê sobê dadidin. Li rojava mirov ji germê difetisin. Mirov milqot digerin, lê em hê bi mont va digerin."