Jiyan

Li Qersê çêkirina penêrê çîçal

Penêrê çîçal yê ku li herêma Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê çendî sedsal e tê ser sifreyan bi rêbazên edetî tê çêkirin.

Elif Irmak   | 22.07.2020
Li Qersê çêkirina penêrê çîçal

Kars

 Penêrê çîçal yê ku li herêma Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê çendî sedsal e tê ser sifreyan bi rêbazên edetî tê çêkirin.

Ji bo penêrê çîçal yê ku ji şîrê çêlekên li merayên Sariqamîş û Selîma navçeyên Qersê yên 2 hezar mêtro bilind diçêrin tê çêkirin sitîl danîn ser agir.

Jinên herêmê pêşiyê şîrê ku ji çêlekan didoşin ji makîneyê derbas dikin û toyê şîr vediqetînin. Piştî vê rûnê şîr tê parzûnkirin û saetek tê haveynkirin û disekînin.

Şîrê ku dixin nav sîtilan datînin li ser sîtilên li ser tendûr û tifikan û nîv saetê dikelînin paşê jin heta ku penêr têl têl be distrên.

- Li ser sifreyên taştê cî digire

Penêrê didewisînin eyarên ji çermê mih yan jî bizinan hatiye çêkirin û ji bo zivistanê tên amadekirin û penêr piştî vê rêwîtiya dijwar tê ser sifreyên taştê.

Sayîme Ala ji jinên ku penêr çêdike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji bo ku penêrê çîçal yê ewil ê demsalê çêkin dest bi kar kirin.

Alê got ku çîçal bi kedeke mezin tê çêkirin û wiha axivî:

"Em ji êvarê şîrê xwe amade dikin û dema sibehê dirabin di sîtilan da dikelînin. Ji ber ku em penêrê xwe bi xwe çêdikin û bitendurist e ji ser sifreyên xwe kêm nakin. Her wiha em çîçal didewisînin eyaran û dikezixînin. Li herêma me çendîn sedsal e penêrê çîçal tê çêkirin."

Ji jinan Ayşe Alê jî diyar kir ku penêrê çîçal bi zibare çêdikin û got ku "Em kevneşopiya penêrê çîçal yê ku çendî sedsal e dewam dike didomînin. Penêrê çîçal gelekî bi tahm, tendurist e û em pêşniyazî herkesî dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın