Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
19 Adar 2025•Rojanekirin: 21 Adar 2025
Li Qersê berf barî û cihên bilind spîçîl bûn.
Li bajêr barana ku duh dest pê kir, vegerand berfê.
Bi barîna berfê ra cihên bilind ên bajêr spîçîl bûn. Ekîbên Midûriyeta Rêbejayê yên Herêma 18em xebatên berfê dan destpêkirin.
Li navenda bajêr jî şilope dibare.
Li Sariqamîşê jî berfê navenda bajêr spî kir. Daristanên darçaman, nebat di bin berfê da man, ajokarên bêtedbîr jî zehmetî kişandin.