Eyüp Elevli
29 Mijdar 2021•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2021
Li Perşembeya navçeya Orduyê hevaltiya kuçik û pişîkekê merivan metel dihêle.
Kuçikê bi navê Pembû yê li nêzîkî Îskeleya Perşembeyê 7 sal e ji hêla xebatkarên kafeyekê va tê xwedîkirin.
Pembû û pişîkek ji hev ra bûne heval, dilîzîn û li cem hev radizên.
Welatiyên hevaltiya wan dibînin şaş û metel dimînin.
Bulut Gençê xebatkarê kafeyê got Pembû ji pişîkên kuçeyê ra wek dayikan tevdigere û yên hevaltiya wan dibînin wêneyên wan dikşînin.
Welatî Gulbahar Karahasanê jî wiha got: "Hevaltiya wan ecêb e. Ji ber wê min wêneyê wan kişand. Dostaniyeke pir xweş e. Hêvî dikim her kes dostaniyeke wiha bi dest bixe."