01 Gulan 2017•Rojanekirin: 02 Gulan 2017
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê agir bi malekê girt û di encamê da xesar çêbû.
Li gorî agahiyê, li kuçeya Ahvazê ku li taxa 8ê Adarê ye, ji ber sedema ku hê nehatiye tespîtkirin agir bi xaniyê Yusuf Akdenîz girt.
Di kurtdemekê da agir geş bû û li ser hawara kesên amade, ekîbên agirkujiyê hatin û midaxaleyî şewatê kirin.
Şewatê li dû xwe maleke kavil hişt.