Türkan Tosun
11 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê ji ber barana gur av kete hin malan û polêsên dewriye diavêjin alîkariya welatiyan kirin ku avê ji malê tehliye bikin.
Bi şev baranê dest pê kir û qatên jêr ên hin malan di bin avê de man.
Polêsên ku dewriye diavêtin li taxa Selahattîn Eyyubiyê dema dîtin malbateke ku mala wan di bin avê de maye bi satilan va avê dirêjin derva, alîkariya malbatê kirin.
Paşê tîmên Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Şaredariya Mezin a Mêrdînê hatin û av ji malê tehliye kirin.