15 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
MUŞ
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Mûşê kêmasiya snowtrackê (makîneya ku berfê ditemisîne) heye.
Kargerê dezgehê Seyfullah Olcay daxuyanî da rojnamegeran û got ku li navenda xweşiqitandinê tengasiya wan a herî mezin, kêmasiya wan a makîneya ku berfê ditemisî ne ye. Olcay got ku ji ber vê jî mirov berê xwe didin navendên xweşiqitandinê yên Bidlîs û Sariqamişê.
Olcay diyar kir, li Navenda Xweşiqitandinê ya Mûşê qalindahiya berfê derket 2 mêtroyan û wiha dewam kir: "Lê ji ber ku ev 2 sal in makîneya snowtrackê tuneye, welatî newêrin xwe bişqitînin. Lewra pîsta me hemû bûye cemed. Vê gavê li navenda me makîneya snowtrackê tuneye. Em ji rayedaran daxwaza dikin ku ji Navenda Xweşiqitandinê ya Mûşê ra wakîneyeke snowtrackê bîter bikin."