Haydar Şahin
04 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2020
Şeref Sevenê li Mûşê heywandariyê dike conegeyê xwe yê navê "Tono" lê kiriye û 800 kîlo tê 12 mehan xwedî kir ku nika ji bo qurbanê derxist firotinê.
Ji Eyda Qurbanê ra hindik ma û heywandar pez û dewarê xwe yê ji bo qurbanê bi taybetî xwedî dikin.
Sevenê li Axaçlika gundê navendê dijî daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku conege yeksalî bû kirî nika bi 20 hezarî difroşe.
Seven diyar kir ku ji bo Eyda Qrubanê heywanan bi taybetî xwedî dikin û wiha pê da çû:
"Em heywanan ji bo qurbanê bi taybetî xwedî dikin. Dema heywanên me mezin dibin yan ji bo qurbanê yan jî ji bo serjêkirinê difroşin. Em heywanên ku kêmzêde 12 mehan xwedî dikin ji bo qurbanê dişînin Stenbolê û bajarên din. Conegeyê min ê Tono kêmzêde 800 kîlo tê. Di rojê da 7 kîlo ceh, 3 kîlo yêm û 6 kîlo kayê dixwe. Ez qiymetê didim Tono û wî wekî zarokan xwedî dikim."