Haydar Şahin
04 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2020
Di roja dawîn a "Şahiya Sporên Tebîetê û Çandî ya Navneteweyî" ya li Kemaliyeya navçeya Erzincanê cara 41ê hat lirdarxistin da Cengiz Koçakê werzişvanê base jump û wingsuitê xwe ji zinarên bilind berî jêrê da.
Koçak li Gabaniya herêma Kemaliyeyê bi 517 pêlekanan hilpaskî zinarên li 600 mêtre bilindahiyê bû û xwe ji wê derê berî jêrê da.
Xwe ji zinaran berî jêrê da û wekî çivîkan firî
Koçak wekî çivîkan ji ser kevir û zinaran ra firî û leza wî di saetê da gihîşt 200 kîlomêtreyî û ji nava platforma hatibû çêkirin a 5 mêtre bilind ra derbas bû.
Xwe ji zinaran berî jêrê da û wekî çivîkan firî
Di roja çaran a şahiya Qaymeqamtiya Kemaliyeyê, Şaredariyê û Weqfa Çand û Pêşketinê ya Kemaliyeyê li dar xistin da turîstên xwecî û biyanî firîna Koçak temaşe kirin.
Hin turîstan bi zarokên xwe ra firîn teqîb kir, hin turîstan jî bi dûrbînê lê mêze kir.
Koçak li hewayê qasî 1400 mêtreyî firî û paşê pereşuta xwe vekir, ser çêm ra derbas bû û hat qada amade kiribûn.
Koçak piştî firînê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku hewa li gor duh zêde bi ba bû ji ber vê firîna wî zor derbas bû.
Koçak bangî muptelayên adrenalînê kir ku werin Kemaliyeyê û wiha pê da çû: "Ji ber pandemiyê bi tenê min firîna wingsuitê kir. Lêbelê sala pêşiya me wê gelek werzişvanên wingsuitê û base jampê beşdarî şahiyê bibin. Salên berê gelek turîstên biyanî hatibûn vê derê. Ez bangî muptelayên adrenalînê dikim, bira werin Kemaliyeyê. Ev dera ciyekî bêhempa ye."