Sabri Yıldırım
17 Hezîran 2024•Rojanekirin: 20 Hezîran 2024
MUŞ (AA) - Li Haskoya navçeya Mûşê şivan gamêşên xwe yên ku ji germê aciz dibin di gol û herqên avê da hênik dikin.
Li gundên Umurca û Saribahçeyê yên li ser navçeyê şivan gamêşên xwe li deşt û mêrgan diçêrînin.
Dema hewa zêde germ dibe û heywan ji germê aciz dibin şivan wan dibin Çemê Karasuyê an jî gol û herqên avê ku ew hênik bibin.
Gamêş qasî sê saetan di avê da dimînin û paşê dîsa vedigerin mêrgê.
Fesîh Karadenizê heywandariyê dike got gamêş nikarin ji ber germê li ber xwe bidin û ji ber vê jî ew her roj wan dibin av û golan ku ew hênik bibin.
Karadeniz wiha axivî: "Şivan serê sibê gamêşan dibin mêrgê ku ew biçêrin. Danê nîvro em heywanên xwe yên ku ji germê aciz bûne dibin çem û golan ku ew hênik bibin. Gamêş avê pir hez dikin. Qasî sê saetan di avê da dimînin. Ketina wan ya avê şîrê wan jî zêde dike."