Sabri Yıldırım
13 Sibat 2024•Rojanekirin: 13 Sibat 2024
Li Mûşê piştî ku serî ket pêz û zayînê dest pê kir karê heywandaran girantir bû, lewra heywandar niha hem pêz alif dikin û hem jî bi berxên nûbûyî ra eleqedar dibin.
Li navenda bajêr û navçeyên wê ku heywandarî gelekî berbelav e, serî ket pêz ku heywandar bi hêvî li benda hatina wê demê bûn.
Berxên nûbûyî yên ku di heman demê da wekî "mizgîniya biharê" tên dîtin ji bo heywandaran dibin kelecaniyeke şirîn.
Serokê Yekîtiya Xwedîkirina Pez a Mûşê Nimet Salkim ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li bajêr serjimara pez, derdora milyonek û 250 hezarî ye.
Salkim bal kişand ku bi zayîna pêz ra karê heywandaran girantir bû û wiha dewam kir:
"Li parêzgeha me di sibatê da serî dikeve pêz. Heta niha derdora 650 hezarî berxên nûbûyî çêbûn. Li parêzgeha me salane bi hezaran berx tên firotin. Derdora 1,5 milyar lireyî mefayê dide aboriya bajêr."
Ahmet Topluyê heywandarê şêniyê gundê Akpinarê yê 35 kîlometre dûrî navenda bajêr diyar kir ku ew debara malbata xwe, bi heywandariyê dike.
Toplu bal kişand ku xwedîkirina pêz zivistanê pir zehmet dibe û wiha dewam kir, "Piştî ku zayîna pêz dest pê kir, ji kozan dengê kalekala berxan bilind dibe. Em jî ji ber vê kêfxweş dibin. Hin mî cêwî tînin. Her wiha em bi roj berxan li ber makên wan digirin û hoz dikin. Berx niha pir virnî ne. Mehekê şûnda dê êdî bikaribin derkevin çêreyê."