Cüneyt Çelik,Ömer Tarsuslu
14 Sibat 2024•Rojanekirin: 14 Sibat 2024
Bi germbûna hewayê ra leglegên mizgîniya biharê îsal zû hatin Qersê.
Legleg payîza derengî koçî cih û warên germ dikin, bi germbûna hewarê vedigerin. Lê îsal mehekê zû li hêlînên xwe yên li gundê Kumbetliya ser navendê vegeriyan.
Ji şêniyên gund Nîhat Ersari ji nûçegihanê AAyê ra got ku hêlîna leglegê kêleka xaniyê wî ye û wiha dewam kir, "Hewa îsal xweş e, legleg jî zû hatin. Di cotmehê da ji vê derê koç dike, îro serê sibê vegeriya."
Ji şêniyên herêmê Muharrem Erbîlê 74 salî jî got ku legleg gelemperî di adarê da tên gundê wan û wiha dewam kir, "Zivistana îsal xweş derbas bû, zêde berf neket, hewa germ e. Ji ber ku îsal hewa xweş e, legleg pir zû hat."