İbrahim Yaldız
20 Tebax 2024•Rojanekirin: 21 Tebax 2024
Li Mûşê du malbatên ku 2 sal berê di navbera wan da şer çêbibû û di encamê da kesek hatibû kuştin, bi merasimeke li hevdu hatin.
Li Yoncalioza gundê li ser navendê 2 sal berê di navbera malbata Guler û Yusufogullari da şer çêbû, di encamê da kesek hat kuştin û malbat jî bûn neyar.
Waliyê Mûşê Avni Çakir, Parlementerê Mûşê yê AK Partiyê Mehmet Emin Şimşek digel rîspî û wezîfedarên dîn civiyan û herdu malbatên neyar anîn bal hevdu. Malbatên ku li Mizgefta Çaglayanê hatin bal hev, li hevdu hatin.
Li vir ji bo malbatan merasimek hat lidarxistin, herdu malbatan destê hevdu girt û hevdu hembêz kirin.