Türkan Tosun
23 Sibat 2021•Rojanekirin: 27 Sibat 2021
Ekîbên Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Mûşê li bajêr ji ber ku zivistan zehmet derbas dibe û heywan nikarin xwarinê bibînin, êm û xwarin birin serê çiya, newal û geliyan ku ew birçî nemînin.
Ekîb çûne gundê Derecîkê û xwarin danîn çol û çiyayên ku bi berfê va hatine nixûmandin.
Midûrê Şaxa Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Mûşê Haydar Taşdemir got ew her sal zivistanê ji bo ku heywan birçî nemînin xwarinê û êm datînin xwezayê.
Taşdemir got ew salê 5-6 ton êm va heywanên çolê xwedî dikin û wiha dewam kir: "Ekîbên me guh nadin berfê di nav hefteyê da çend caran diçin cihên ku çivîk lê zêde hene û êm datînin. Heta dawiya meha adarê ev xebat wê wiha dewam bikin. Em cihên ku êm datînin her tim dişopînin. Heke li wir êm bimîne em îja dibin cihên din."