Jiyan

Gola Aygirê ya spîçîlbûyî bala wênegiran dikişîne

Gola Aygirê ya li Susuza navçeya Qersê ku raqima wê 2 hezar û 300 e, bi bedewiyên xwe yên xwezayî mirov hejmetkar dihêle

Önder Beyter  | 23.02.2021 - Rojanekırın : 24.02.2021
Gola Aygirê ya spîçîlbûyî bala wênegiran dikişîne

Kars

Li navçeya Susuzê ya Qersê, Gola Aygirê ya qada xwezayî ya parastî ku li ser tehtên volkanîk e û zivistanê carinan rûyê qê diqerime, bi spîçîlbûna çiyayên li rex va wênegir di serî da bala ziyaretvanan dikişîne.

Li bajarê Qersê ku zivistanê yek ji deverên herî sar ê Tirkiyeyê ye, qismekê rûyê Gola Aygirê ya li navçeya Susuzê ku raqima wê 2 hezar û 300 e, ji ber sir û seqemê carinan diqerime.

Gola nîvqerimî ji xeynî wênegiran bala ziyaretvanan jî dikişîne.

Gola Aygirê her wisa par wekî qada xwezayî ya parastî hat ragihandin û niha jî bi dîmenê xwe yê çiyayên spîçîlbûyî yên li rex va menzereyên mîna postkartan pêşkêşî ziyaretvanan dike.

Her wisa li qeraxê golê yê neqerimî jî ziyaretvan wekî hobî ji xwe ra masiyan digirin.

Wênegir Hakan Atalay ku ji Edîrneyê hat Qersê ji peyamnêrê AAyê ra got ku wî cara ewil ev der dît û heyran û hejmetkarê dîmena wê ya di nava berfê da bû.

Atalay wiha dewam kir, "Ez ji Edîrneyê têm. Ez li gelek ciyên Qersê geriyabûm, lê ez cara ewil têm vir, ev der ciyekî pir xweş e. Dema roj diçe ava dîmenên newaze derdikevin."

Bedewiyên dewrûbera Gola Aygirê ji hêla ekîba Ajansa Anadoluyê bi droneê hat kişandin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın