Jiyan

Ji Kanadayê heta Qersê peyê şopa bav û kalên xwe ketin

Neviyên civata Dukhoboran ku di dewra Rûsyaya Çarîtî da ji Qersê sirgûnî Kanadayê kirine, hatin ser axa bav û kalên xwe û ji bo bîranîna wan fîdan danîn û li li gund û malên ku lê jiyane, geriyan

İbrahim Atmaca  | 19.07.2018 - Rojanekırın : 24.07.2018
Ji Kanadayê heta Qersê peyê şopa bav û kalên xwe ketin

Kars

KARS 

Neviyên civata Dukhoboran ku di dewra Rûsyaya Çarîtî da ji Qersê sirgûnî Kanadayê kirine, hatin ser axa bav û kalên xwe û ji bo bîranîna wan fîdan danîn û li gund û malên ku lê jiyane, geriyan.

Neviyên civata Dukhoboran ku 119 sal berê ji bajêr sirgûn kirine û berê wan dane Kanadayê, nêzî 10 hezar kîlomêtreyî rê hatin û gihîştin Qersê. Sandra Konki, Vera Postnikoff û Sharon Hoodicoffê bi eslê xwe Dukhobor in, gundê Karahanê yê navçeya Akyakayê ku berê bav û cedê wê lê jiyaye, ziyaret kir û li wê derê ji bo bîranîna bav û kalên xwe fîdan danîn.

Konki der heqê ziyaretên xwe da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ew kêfxweş in ku li erdnîgariya bav û kalên xwe geriyan.

Konki diyar kir, Dukhobor dîroka xwe nû kewş dikin û gundê Karahanê yê li ser Akyakaya navçeya Qersê ji bo wan girîng e û wiha dewam kir: "Dewletê xwestiye ku bi zorê gelê me yê têxin esker. Gelê me jî ji ber vê yekê çekên xwe li vî gundî şewitandine. Ji ber ku li dijî şer bûne, li vê derê çekên xwe şewitandine."

- "Ji bo ku şer nekin, çekên xwe şewitandine"

Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Qersê Lêkolîner û Nivîskar Vedat Akçayoz jî got ku wî li ser jiyana civata Dukhoboran lêkolîn kir û li gor lêkolîna wî civat di 29ê hezîrana 1895an da kuştina merivan red kiriye, li dijî şer derketiye û hemû çek û cebirxaneyên xwe şewitandine, ji ber vê yekê jî Rûsyaya Çarîtiyê ew sirgûnî Kanadayê kirine. Akçayoz diyar kir ku wî piştî vê lêkolîna xwe bi navê "Gelekî ku ji bo şernekirinê çekên xwe şewitandin: Dukhobor" pirtûkek nivîsî.

Akçayoz destnîşan kir ku Dukhoboran cara ewil di 1899an da koçî Kanadayê kir û koça wan heta 1930î bi çar qefleyan dewam kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın