Ömer Varlık
23 Sibat 2026•Rojanekirin: 24 Sibat 2026
Li Mûşê ji bo vekirina rêya koma gundên Derecîk–Ilica–Agilliyê ku berfê girtibû, xebat dewam dikin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo ku di çûyîn û hatinê da tengasî dernekeve di vê gozergahê da mesaiyeke zêde xerc dike.
Li herêma ku qalindahiya berfê cî bi cî ji 6 mêtreyî zêdetir e, ekîb li ser eraziyê ku şert û merc lê zehmet in, rê vedikin û li hin deran bi piştgiriya ekskavatorê rê paqij dikin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir, xebat di rêya koma gundên Derecîk, Ilica, Agilli û Uçevlerê da dewam dikin, wekî alternatîf berî niha rêya Kayalisu–Alanîçî–Uçevlerê hatibû vekirin. Yentur daxuyand ku li ser gozergaha ku rêya wê tê vekirin, 10 gund û 22 mezra hene û ekîb li herêmê 3 roj in bê navber dixebitin.
Yentur wiha dewam kir, "Em bi 100 personel û 68 makîneyên kar va li qadê ne, em dixwazin di nava du rojan da xwe bigihînin sînorê gundê Ilicayê. Bi vekirina vê rêyê va li tevahiya bajêr rêyên girtî namînin."
