Sabri Yıldırım
03 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2022
Dagêra koçeran a ku dê bi rojan dewam bike dest pê kir ku biharê hatibûn zozanên raqimbilind ên Mûşa li Herêma Rojhilatê Anadoluyê.
Koçerên ku li herêmên Kozma û Şenyaylayê yên Mûşê bi qasî 5 mehan man, heywanên xwe çêrandin û berhemên ji şîr girtin, bi hatina payîzê ra konên xwe rakirin û tevî birên xwe yên pez cardin derketin rê.
Koçerên di rêya vegerê da şevên xwe di konên vedigirin da derbas dikin, bi roj jî peyatî diçin.
Hamit Aslanê ku ji Batmanê hatiye, diyar kir ku avûhewaya herêmê ji bo heywandariyê guncav e û lewma ew havînan tên zozanên Mûşê.

Aslan destnîşan kir ku wan di meha gulanê da li zozanê Kozmayê konên xwe vegirtin û wiha dewam kir, "Em debara xwe bi heywandariyê dikin. Avûhewaya vir jî baş e. Ber û berhemdariya şîr û penêr çêtir e. Em berhemên ku ji şîr digirin, difiroşin. Ji ber ku êdî serma ket erdê, me pezê xwe şand. Niha jî em vedigerin û diçin Batmanê."
Mehmet Zeki Demirê ji gundê Kayahanê yê Qulpa Diyarbekirê hatiye herêma Şenyaylayê jî wiha got, "Me li zozan zexîreya xwe girt. Niha jî me alavên xwe li wesayîtan bar kirin û şandin. Heywandarî pîşeyeke dijwar e, lê em debara xwe bi vê dikin. Ev karê bav û kalên me ye û em jî didomînin."