Jiyan

Li Mûşê baranê rêjeya ava du bendavan zêde kir

İbrahim Yaldız  | 01.04.2026 - Rojanekırın : 01.04.2026
Li Mûşê baranê rêjeya ava du bendavan zêde kir İbrahim Yaldız

Muş

 Li Mûşê rêjeya ava bendavên Alparslan-1 û Alparslan-2 yên ku ji ber hişkahiyê kêm bûbû, piştî barana ku vê demsalê barî, zêde bû.

Li gor daneyên Midûriyeta Herêma 17emîn a Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), piştî barana îsal rêjeya ava her du bendavan zêde bû û rêjeya tijebûnê ji sedî 90î derbas kir.

Ji ber hişkahiyê rêjeya ava her du bendavan heta ji sedî 15yan kêm bûbû. Lê îsal ji ber ku rêje zêde bû, ewê bandoreke baş li ser avdana zeviyan, ava vexwarinê û hilberîna vejenê bike.

Di meha nîsanê da jî ji ber berfa ku wê bihele û barana ku wê bibare ava bendavê wê zêdetir be. Ji bo ku ji ava wê demê ra cî bê vekirin, ava bendavê bi awayekî kontrolkirinê hat kêmkirin.

Midûrê Şaxa 172yemîn ê DSÎyê Servet Firat ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand, îsal li gor salên din baran baş bû, rêjeya ava bendavan zêde bû û wiha axivî: "Di avdanê da pirsgirêk wê çênebe. Cotkarên me ji ber baranê kêfxweş in, hişkahî wê çênebe. Bi têra xwe ava me heye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın