Jiyan

Li Sariqamîşa ku berf gihîştiye nêzîkî 2 mêtroyan heyama xweşiqitandinê dewam dike

Hüseyin Demirci  | 31.03.2026 - Rojanekırın : 31.03.2026
Li Sariqamîşa ku berf gihîştiye nêzîkî 2 mêtroyan heyama xweşiqitandinê dewam dike Hüseyin Demirci

Kars

 Li Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê ya ku berf gihîştiye nêzîkî 2 mêtroyan, di biharê da jî heyama xweşiqitandinê dewam dike.

Li navenda ku 54 kîlomêtro dûrî navenda bajarê Qersê û 2 kîmomêtro jî dûrî navçeya Sariqamîşê ye, 5 telesiyej û 10 pîstên ku dirêjahiya wan digihêje 30 kîlomêtroyî heye.

Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê ya ku yek ji navendên girîng ên tûrîzma zivistanê ya Tirkiyeyê ye, li 2 hezar û 634 mêtro bilindahiyê ye.

Qalindahiya berfê ya li navendê 170 santîmêtro hat pîvan.

Navend di nav daristanên sariçamê da ye û bi berfa xwe ya krîstal û pistên xweşiqitandinê va di biharê da jî ji çar aliyê welêt mazuvaniya hezkiriyên xweşiqitandinê dike.

Hîndekarê xweşiqitandinê Kurşat Ustundag ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li Sariqamîşê heyama xweşiqitandinê dewam dike û wiha axivî: "Îsal bi rastî jî em heyameke baş derbas dikin. Niha nêzîkî mêtro û nîvekê berf heye. Hemû kesên ku xweşiqitandinê hez dikin, heyamê pir baş derbas dikin. Em bendê ne ku hezkiriyên xweşiqitandinê bên vir."

Alîn Mangînyana ku ji Stenbolê hatiye jî anî ziman ew ber berf û siruşta bêhempa ya Sariqamîşê hez dike û wiha got: "Em di dawiya meha adarê da ne û hê jî ji mêtroyekê zêdetir berf heye. Me hê heyam xelas nekir. Bi ya min divê rêya her kesî ji vir derbas bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın