Jiyan

Li Mûşê 100 sîkeyên dewra Bîzansê û hişbir hat bidestxistin

Li navenda Mûşê û 2 navçeyên wê operasyon hatin kirin û di operasyonan da 100 sîkeyên dewra Bîzansê, hişbira sentetîk, esrar, qapaxa lahîtê, kêlik û têlefona destan hat bidestxistin.

İbrahim Atmaca  | 24.09.2020 - Rojanekırın : 24.09.2020
Li Mûşê 100 sîkeyên dewra Bîzansê û hişbir hat bidestxistin

Bitlis

 Li navenda Mûşê û 2 navçeyên wê operasyon hatin kirin û di operasyonan da 100 sîkeyên dewra Bîzansê, hişbira sentetîk, esrar, qapaxa lahîtê, kêlik û têlefona destan hat bidestxistin.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, ekîbên Fermandariya Cendirmeya Bajêr xebatên têkoşîna hişbir û tîryakê didomînin.

Di çarçoveya xebatan da bi kûçikê narkotîk "Caka" va li navenda bajêr û 2 navçe û bajarokekê di dîrokên cuda da lêgerîn hat kirin û wiha hat gotin:

"Di 14ê îlonê da li navçeya Haskoyê texma Karasuyê kêleka newalê cihên ku îhtimala veşartina hişbirê heye, di 15ê îlonê da li navçeya Milazgirê taxa Saftekîngaziyê li navnîşanekê, di 16ê îlonê li navenda Mûşê li taxa Zaferê di kargehekê da, di 18ê îlonê li bajaroka Serînovayê li navnîşanekê lêgerîn hat kirin.

Di lêgerînan da 33,79 gram metamfetamîn, 369,30 gram esrar, 100 sîkeyên dewra Bîzansê, 3 qapaxên lahîtê, kêlik û 4 têlefonên destan hatin bidestxistin. Derheqê 10 gumanbarên ku hatin girtin da tehqîqata edlî dan destpêkirin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.