Jiyan

Tenburên Tunceliyê bi destê "Senem Hosteyê" tên çêkirin

Haydar Şahin  | 26.09.2020 - Rojanekırın : 29.09.2020
Tenburên Tunceliyê bi destê "Senem Hosteyê" tên çêkirin

Tunceli

 Senem Arina 24 salî ya hosteya tenburê li Tunceliya memleketê xwe ji darên tû, maûn û merxê tenburan çêdike.

Arina piştî ku Beşa Çêkirin û Temîrata Sazan a Konservatuvara Musîkiya Tirkan a Dewletê ya Zanîngeha Egeyê xilas kir li Stenbolê bi qasî demekê hem mamostetî kir hem jî li atolyeya sazan xebitî û ji vir demekê berê jî vegeriya Tunceliyê.

Arina veberhênera ciwan li bajarê hema bêje di her malê da tenburek heye ji xwe ra li Taxa Moxultayê atolye vekir, ji darên tû, maûn û merxê tenburan çêdike.

- Tenburan li ser medyaya civakî difroşe

Arina bi biraziya xwe ra di nav gelê herêmê da tê hezkirin difikire ku di pêşerojê da dersên tenburê bide jin û zarokên li gundan.

Arina xêncî çêkirinê temîrata tenburan jî dike sazên xwe li ser medyaya civakî difroşe û pê debara xwe dike.

Senem Arinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Tunceliyê herî zêde tenbur tê lêxistin.

Arinê got bi eşq karê xwe dike û wiha pê da çû: "Piştî ku zanîngeh qedand ez çûm Stenbolê û paşê jî vegeriyam memleketê xwe. Min li vê derê atolye vekir û xebatên xwe didomînim. Jixwe ez di nav vê çandê da mezin bûm. Ez bi tenburê mezin bûm."

- "Jin jî dikarin bibin hosteya tenburê"

Arinê got di her karî da aliyekî zor heye, di karê wê da jî wisa ye, jin jî dikarin bibin hosteya tenburê.

Arinê got hin caran hetanî nîvê şevê dixebite û wiha pê da çû:

"Dema min bi tenburan ra derbas dibe. Tenburek kêmzêde di 2 mehan da tê çêkirin. Ji ber ku dema min zehf pê ra derbas dibe jî wextê teslîm bikim li ber xwe dikevim. Ez carekê çêdikim lê kesên dikirin bi milyonan carî lêdixin. Ezsturman jê ra dibe hevalrê. Çaxa ev tê bîra min jî kêfxweş dibim."

Arinê got ji ber ku bi tena serê xwe dixebite nikare zêde tenburan çêbike, tenburan li ser înternetê difroşe û pê debara xwe dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın