Jiyan

Ji zozanan dagera koçeran dewam dike

"Maldager"a koçerên ku havînê ji herêmên germ têne zozanên hênik ên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê dewam dike.

Elif Irmak   | 24.09.2020
Ji zozanan dagera koçeran dewam dike

Muş

 "Maldager"a koçerên ku havînê ji herêmên germ têne zozanên hênik ên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê dewam dike.

Koçerên ku bi hatina biharê ra ji bo çêrandina heywanên xwe ji Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê têne zozanên hênik ên li rojhilat piştî rêwîtiya ku bi hefteyan dikşîne digihêjin bajarê xwe.

Koçerên ji Mêrdînê yên ku li zozanên ku li Qereyaziya navçeya Erziromê ji bo 4 mehan kirê kiribûn plan dikin ku piştî rêwîtiya ku dê biqasî 2 meh û nîvê bikêşe bigihêjin memleketê xwe.

Ji koçerên ku rêwîtiya xwe ji ser Mûşê ra didomînin Siddik Ok daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji bo ku heta berf bibare heywanên xwe li derva bikarin biçêrînin bi peyatî vedigerin memleketê xwe.

Ok behs kir ku bi sarbûna hewayê ra dest bi rêwîtiya dagerê kirin û wiha axivî:

"Em çend roj berê da tên û konên xwe da dimînin. Şivan jî pez diçêrînin hêdî hêdî tên. Em piştî demekê li wir dimînin konên xwe dibin cihekî din. Vegera me bi vî awayî dibore. Em ê biqasî 2 meh û nîvê rêwîtî bikin. Em bi şev radizên bi roj dimeşin. Bi vî awayî heta ku berf bibare hem heywanên xwe li derva dihêlin hem ji êmê hem jî ji pereyê neqliyeyê teserûf dikin."

Hasan Ok jî da zanîn ku havînê li zozanên hênik dimînin zivistanê jî li memleketê xwe Mêrdînê derbas dikin û got ku "Em debara xwe bi heywandariyê dikin. Biqasî 15 roj in ku em di rê da ne. EM ji Qereyaziyê hatin û me konên xwe li vir vedan. Piştî ku em demek li vir man dê rêwîtiya me bi heywanên me ra dewam bike. Xwedîkirina heywanan jiyaneke dijwar e lê em çi bikin kareke din ku em bikin tune."

Zahîde Oka 65 salî jî diyar kir ku piraniya rojê bi xebatê derbas dikin û got ku "Ez li konê hatim dinê û min hemû zarokên xwe jî di konê da anî dinê. Em sibehê zû radibin û mihan didoşin. Penêr û rûnê nivişk çêdikin. Ji bilî vê karên mal ra mijûl dibin. Li zarokan dinêrin, firaq û xwarin roja me hemû bi xebatê ra derbas dibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın