04 Mijdar 2015•Rojanekirin: 05 Mijdar 2015
MUGLA
Li Fethiyeya navçeya Muglayê 129 penaberên ku di keştiyekî de hewl didan ku bi dereqanûnî herin derveyî welêt, ji hêla tîmên ewlehiyê yên qeraxê ve hatin xilaskirin.
Li gor agahiyan penaberên sûrî ji bo ku herin girava Rodosê duh hatin qeraxa Gemîlerê û şeva xwe di nav daristanê de derbas kirin.
Penaber serê sibê keştiyeke 14 mêtroyî siwar bûn ku herin Yewnanistanê, lê piştî demekî keştî xirab bû. Tîmên ewlehiyê yên qeraxê penaber tespît kirin. Tîman jê 33 zarok bi giştî 129 penaberên efxan û sûrî xilas kirin.
Tîman xwarin û vexwarin da penaberan.
Piştî karên wan ên fermî tîmê wan teslîmî Midûriyeta Ewlehiyê ya Navçeyê bike.