Li Meletiyê baxçeyên qeysiyan bi barîna berfê spîçîl bûn
Malatya
Li Meletiya ku ji sedî 25ê îxracata fêkiyên hişkkirî yên Tirkiyeyê lê tê kirin, baxçeyên qeysiyan bi barîna berfê ra fena bûkên bi bûkaniyê xemilîn.
Berfa ku bajêr kir bin tesîra xwe, li gelek deveran dibare.
Li Meletiya ku wekî "paytextê qeysiyan ê dinyayê" tê binavkirin, bi ketina berfê ra darên qeysiyan spîçîl bûn.
Li bajarê ku derdora 9 milyon darên qeysiyan lê hene, venixumîna bi berfê ya daran dîmenên sipehî derxistin holê.
Darên bi rengê spî venixumî, bi dronê hatin kişandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
