Sabri Yıldırım
27 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2021
Li Mûşê derxistina silqa pê şekir tê çêkirin dewam dike.
Cotkarên silqa bi makîneyan ji erdê tê derxistin bê navber xebatên xwe didomînin. Cotkar silqê difroşin Fabirqeya Şekir a Mûşê.
Karxaneya Cotkariyê ya Yildiz Aplarslanê îsal cara ewil li 4 hezar û 700 dolim erdî silq ajot û li bendê ne ku 25 hezar ton silqê derxin û pê 9 milyon lire tevkariyê bidin aboriya bajêr.
Burhan Çamê Midûrê Karxaneyê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku di 22yê cotmehê da dest bi derxistina silqê kirin.
Çam diyar kir ku di rojê da 1500 ton silqê teslîmî fabirqeyê dikin û wiha axivî: "Xebata me ya derxistinê ew ê qedera 25 rojan dewam bike. Em bi 2 makîneyên derxistinê va di rojê da li 300 dolim erdî silqê derdixin. Me 40 kamyonên silqê dikişînin ji Mûşê temîn kirin. Hedefa me ew e ku 9 milyon lire tevkariyê bidin aboriyê."
Dursun Adibeşê neqliyekar jî diyar kir ku di salê da 3 mehan silqê dikişînin fabirqeyê.
Adibeş wiha pê da çû: "Li Mûşê kêm û zêde 300 kes vî karî dikin. Fabirqeya şekir tevkariyeke mezin dide aboriya bajêr. Ez bi saya fabirqeyê debara mala xwe dikim. Bi hezaran kesên wekî min hene. Hemûyên wan bi qezenca vê derê debara xwe dikin."