Sabri Yıldırım
26 Hezîran 2023•Rojanekirin: 28 Hezîran 2023
Li Mûşê ji ber Eyda Qurbanê bazara danûstendinê hat vekirin.
Şaredariya Mûşê Kolana PTTyê ji hatin û çûyîna wesayîtan ra girt ku firoşker li ser kolanê dezgehên xwe vekin.
Bazar li taxa şehîtlîk û hala berê hat avakirin.
Welatiyan pêdihiviyên malên xwe kirîn.
Esnaf Vedat Sayin got welatî eleqeyeke mezin nîşanî bazarê didin û wiha axivî: "Eyd çiqas nêzîk bibe, firotina me jî ewqas baş dibe. Gundiyên tên li vir, dikarin tiştên erzantir û biqalîte bikirin."