08 Mijdar 2015•Rojanekirin: 09 Mijdar 2015
KONYA
Wesayîteke ku ji Îzmirê ji şînê dizivirî, li Konyayê qeza kir. Di qezayê de 4 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li taxa Karahuyukê wesayîteke ku plaqeya wê 01 JJ 891 bû welgeriya şerampolê.
Di qezayê de Hîcran Akbaş (36), Ayşe Akbaş (58), Nermîn Cengîz (55) û Lîmon Çaki mirin.
Ergun Akbaş (34) û Ayhan Cengîz (29) jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Akşehîrê.
Cesed rakirin morgê.