Kahramanmaraş
Li Kahramanmaraşê berfa ku bi şev dest pê kir, li navenda bajêr dem demî tesîra xwe zêde kir.
Bi ketina berfê ra parq, kuçe û kolan û her wiha baniyên avahiyan bi rengê spî venixumîn.
Zarokên ku keysa xwe li barîna berfê anîn, digel malbatên xwe derketin ser kuçeyan û goga berfê lîstin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin û Rêbejayê ji bo ku rewşên neyînî rû nedin, di rêyan da xebata verotina berfê û rêxwêkirinê dan destpêkirin.
Polêsên trafîqê jî ajokar hişyar kirin ku baldar û bi tedbîr bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
