Li hin gundên Agiriyê hê jî "zivistan" e
Ağrı
Li gundên asê yên li Agiriyê malên yekqatî û gom di bin berfê da mane û welatî hê jî di nav şert û mercên zivistanê da dijîn.
Ji ber ku biharê jî berf barî li bajêr malên yekqatî û gom hê jî di bin berfê da ne.
Welatî li deverên bilind mîna ku hê zivistan e di nav şert û mercên çetin da dijîn û li hin gunda cî bi cî 2 mêtro berf heye.
Welatiyên ji gundên Aşagikent û Ortakentê hema hema 6 mehan heywanên xwe ji ber zivistan û berfê di hundir da xwedî dikin.
Gundî rêya gom, mal û tewleyên xwe paqij dikin û di nava rojê da bi ka, pût û avdana heywanên xwe ra eleqedar dibin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.