Jiyan

Li Qersê hêlek bihar e û hêlek jî zivistan

Cüneyt Çelik  | 29.03.2024 - Rojanekırın : 30.03.2024
Li Qersê hêlek bihar e û hêlek jî zivistan

Kars

 Li Qersa ku şert mercên dijwar ên zivistanê lê serwer e, ji aliyekî va xebatên maliştina berfê birêva diçin û li gundekî jî kulîlkên darê mêweyan bişkivîn û kulîlk vedan.

Li bajêr barîna berfê ku di biharê da jî dewam kir, cihên bilind spî kir. Li bajarê ku li hin cihan qalindiya berfê digihêje 2 metroyan, ekîb xebatên xwe yên maliştina berfê didomînin.

Li Qersa ku li deverên wê yên bilind zivistana dijwar didome, li gundê Halikişlaya li ser navçeya Dîgorê ku bi qasî 40 kîlometroyan dûrî qada maliştina berfê ye, jî bûye bihar.

Li gundê ku çiyayê derdora wê bi berfê nixumandî ne, darê mêweyan kulîlk vedan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın