Önder Beyter
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Tê pêşbînîkirin ku li Herêma Marmarayê hewa wê ewrayî û nîvewrayî be, li Stenbol û rojhilatê herêmê car caran baranê bibare, li deverên serdest ên bajêr û rojhilatê herêmê jî wê şilope bibare.
Li gorî daxuyaniya li ser malpera Midûriyeta Herêma 1emîn a Meteorolojiyê, tê texmînkirin ku li herêmê wê piştî baran û şilopeyê germahiya hewayê 2 an 6 pile kêm bibe.
Herwiha tê pêşbînîkirin ku li herêmê hewa wê ewrayî û nîvewrayî be, li Stenbol û rojhilatê herêmê car caran baranê bibare, li deverên serdest ên bajêr û rojhilatê herêmê jî wê şilope bibare. Ba jî wê ji hêla bakur û rojavayê bakur va nîvqewî û car caran jî heya (30-50 km/sa) xurt rabe.