Ulaş Güven
21 Adar 2024•Rojanekirin: 31 Adar 2024
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di biharê da jî maliştina berfa li deverên bilind û vekrina rêyan dewam kir.
Ekîbên şêftiya şantiyeya girêdayî Îdareya Taybet a Navçeyê, ji bo vekirina rêyên ku ji ber berfa ev çend roj e berdewam e asê bûne, xebatên xwe didomînin.
Ekîbên ku li ser rêya Onbaşilarê ku qalindahiya berfê lê digihêje 4 metroyan, li erdnîgariya sext bi dijwarî pêş da çûn.
Ekîban beşeke mezin a rêyê paqij kir û hewl didin beşa mayî jî vekin.
Ekîbên ku di mehên biharê da jî maliştina berfê dikin, li deverên din ên navçeyê jî ji bo vekirina rêyan hewleke mezin dan.