Jiyan

Li Meletiyê jin bi tevna xalîçeyan mohra xwe li jiyanê dixin

Ramiz Akar  | 21.03.2024 - Rojanekırın : 31.03.2024
Li Meletiyê jin bi tevna xalîçeyan mohra xwe li jiyanê dixin

Malatya

 Li Meletiya ku tesîra erdheja 6ê Sibata 2023an ya ku navend Kahramanmaraş bû lê çêbû jin bi çêkirina xalîçeyan tevî hilberînê dibin.

Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê, Konseya Bajêr ya Meletiyê û Komeleya Alîkariya Însanî ya Piştevaniya Jiyanê bi navê "Bi Çêkirinê Dest Bide Jiyanê" xebatek hat destpêkirin.

Li bajêr 15 jinên ku beşdarî qursa xalîçesaziyê ya Navenda Perwerdehiya Gel bûn her hefte di atolyeyan da xalîçeyan çêdikin.

Hîndekara qursê Fatma Kilinçê ji nûçegihanê AAyê ra got ew spasiya hemû kesên ku piştgirî dane vê projeyê dikin.

Kilinçê wiha got: "Min piştî erdhejê ji bo jinên me projeyek pêşkêş kir. Piştî ku projeya me hat qebûlkirin di 22yê Sibatê da me dest bi perwerdeya xwe kir. Em her carê perwerdeyê didin 15 xwendekaran. Di nav hefteyê da sibê û nîvro em perwerdeyê didin. Di projeya me da kedeke mezin heye."

Ji perwerdekaran Emîne Salçayê jî diyar kir ku ew 4 sal e li Meletiyê ye û wiha axivî: "Ez dikarim bibêjim ku xêra Meletiyê ji bo min ew bû ku hînî xalîçeyan bûm. Ji 7 salî bigire heta 70 salî her kesên li vir dijîn, hewl didinbi hestên cuda dest bavêjin jiyanê. Hêvî dikim ku her tişt ji bo jinên me pir baş be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın