Sedat Gümüş
21 Adar 2024•Rojanekirin: 21 Adar 2024
Rêya Wan û Çataxê ku şepe lê ketibû, hat vekirin, ji bo vekirina rêya Çatax û Berwariyê jî xebat dan destpêkirin.
Şeva berîn şepe ket û rêya Wan û Çataxê girt. Ekîbên Midûriya Herêma 11emîn a Rêbejan ji bo vekirina rê xebat da destpêkirin û bi makîneyên kar rê vekir.
Ji ber talûkeya şepeyê duh di rêya Çatax û Berwariyê da xebat nehat kirin. Ji bo vekirina vê rêyê jî ekîbên rêbejan dest bi xebatê kir.