Türkan Tosun
07 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2019
BANOVÎCÎ
Gundê qedîm Mackovac a ku nêzîkî bajarê Banovîciya Bosna Hersekê bi berhemên dîrokî û qedîm mazuvaniya ziyaretvanan dike.
Ev gundê wek muzeyeke servekirî ji gelek heyamên cuda alavên kevn di xwe da dihewîne ronahiyê dide çand û dîroka welêt.
Li gund ji dema Osmaniyan bigre heta Şerê 2yemîn ê Dinyayê gelek alavên dîrokî û kevn, aşekî hê dixebite heye.
- "Stres û xemgînî qedexe ye"
Li devê gund nivîseke "stres û xemgînî qedexe ye" balê dikşîne.
Amel Ahmetovîcê li gund dijî û zeneatkar e ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ev gung gelekî bala turîstan dikşîne, ji ber vê esnafên gund der barê alavên qedîm ên li gund agahiyê didin turîstan.
Ahmetovîc got gund 8 sal berê ava bûye û wiha axivî: "Ziyaretvanên me dikarin ji 30 hezarî zêdetir alavên antîke ji nêz va bibînin û pê ra eleqedar bibin. Li gund hosteyekî me yê hesinan û aşekî me yê hê jî dixebite heye. Maleke di sala 1966an da hatiye avakirin jî heye ku jê ra dibêjin "Mala Beg". Di vê malê da teyşt, çaynik, şîşikên gore û faykeyan, misîn û gelek alavên ji sifirê hatine çêkirin hene. Ev ji çand û kevneşopiya Osmaniyan mane."
Ahmetovîc anî ziman turîst bi dengê "sevdalînka"yan yanê stranên gel ên Boşnakan gund digerin, diçin zemanên berê, qehweya xwe vedixwun û dema xwe xweş derbas dikin.
- Turîst herî zêde eleqeyê nîşanî koleksiyona Osmaniyan didin
Fîkret Îbrîsîmovîcê koleksiyona wî ya saetan heye jî got turîst herî zêde eleqeyê nîşanî saetên berê yên ji dema Osmaniyan mane, didin.
Li gund çekên ji dema Osmaniyan, alavên ji sifir û zêr hatine çêkirin bala turîstan dikşînin.
Ji bilî van çek, muhîmat û alavên ji dema Şerê 2yemîn ê Dinyayê mane jî eleqeyê dikşînin.
Enstrumanên muzîkê, bazin, gerdenî, pereyên berê, cil û bergên kevn, alavên ji daran hatine çêkirin, alavên mitbaxê û gelek tiştên din jî li gund tên nîşandan.