Önder Beyter
08 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2019
BITLÎS
Li Elcewaza navçeya Bidlîsê seba xwendekarên astengdar ên Navenda Perwerdeya Taybet, Rehabîlîtasyon û Tedawiya Fîzîkê çalakiya hunera ebrûyê hat lidarxistin.
Qaymeqamê Elcewazê Arif Karaman, Şaredar Necatî Gursoy, Midûrê Perwerdeya Neteweyî Yavuz Beşkardeş, Fermandarê Cendirmeyên Navçeyê Bînbaşi Savaş Dalgiç, Midûrê Navenda Perwerdeya Gel Emre Yilmaz, amîrên saziyan û welatî beşdarî çalakiya hunera ebrûyê ku bi destê hosteyê gopalan Cumalî Birol hat lidarxistin, bûn û ligel astengdaran hatin cem hev.
Şaredar Gursoy di axaftina xwe ya li vê derê da diyar kir ku çalakiyên bi vî rengî dibin wesîle ku bixwebaweriya astengdaran zêde bibe û herwiha li ser wê yekê jî karîgeriyeke erênî dike ku ew û civak bi hevdu bikin û bibin mirovên sosyal.
Xwendekarên astengdar ku di çalakiyê da ebrû çêkirin, dû ra bi stranên hunermendê herêmî Akin Yigit wextekî xweş derbas kirin.