Fevzi Kemal Karagöz,Adsız Günebakan
18 Adar 2023•Rojanekirin: 18 Adar 2023
Li Gazîentabê êvarê baran û teyrok barî.
Li bajêr êvarê baranê dest pê kir û di pey ra jî teyrok barî. Ji ber barana zêde hin kolan û rê di nava avê da man.
Baran û teyroka barî bandoreke neyînî kir û şofêr û welatiyan tengasî dît.
Ji ber teyrokê welatiyan wesaîtên xwe bi xalî, caw û betaniyan nixumandin.
Ji ber baranê ava Çemê Allabenê jî ku ji nava bajêr derbas dibe zêde bû.
Wek mayîn li Korkuna gundê navçeya Oguzeliyê jî birûskê li gomekê xist û 4 mêşin mirar bûn.