Mesut Varol
18 Adar 2023•Rojanekirin: 19 Adar 2023
Kesên ku li Adiyemanê di erdhejên navend Kahramanmaraş da mirin bi xwendina Mewlûdê hatin bibîranîn.
Di bernameya ku li Mizgefta Miftîtiyê ji hêla Miftîtiya Bajêr va piştî nimêja êvarê hat lidarxistin da peywirdarên dînê Mewlûd xwendin.
Di bernameyê da Îsmaîl Çîçekê Miftiyê Bajêr ê Orduyê ji bo kesên ku di erdhejê da mirin dia hat kirin.
Şekirên mewludê dan kesên beşdarî bernameyê bûn.
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu, Midûrê Giştî yê Rêbejan Abdulkadîr Uraloglu, Parlementerê AK Partiyê yê Adiyemanê Ahmet Aydin, Şaredar Suleyman Kilinç û welatî beşdarî bernameyê bûn.