Fevzi Kemal Karagöz,Mahmut Bazlama
22 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2026
Li Gazîentabê ji nîvroyê va berf dibare.
Piştî berfa ku li tevahiya bajêr hat kûçe û kolan spî xemilîn.
Ekîbên rêbej û şaredariyê ji bo ku di hatin û çûyînê da pirsgirêk dernekeve xebat dan destpêkirin.
Ekîbên trafîkê yên polês û cendirmeyan jî ji ber qezayên ku otomobîl û wesayîtên sivik ên bazirganiyê dikin hişyariyê didin ajokaran.
Jinên li taxê jî barîna berfê wek firsendekî dîtin û bi berfê lîstin û govend kirin.
Berfa ku li navçeya Erebanê hat jî cotkar kêfxweş kirin.
Hasan Altunê Serokê Yekîtiya Hilberînerên Sîran û Odeya Zîreatê ya Erebanê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku îsal barîna berfê gelekî baş e û hêvî dikin ku saleke bi ber û bereket be.