Jiyan

Li Agiriyê Bendava Yaziciyê ya ku qismekî wê qeşa girt, di nav mijê da ma

Abdullah Söylemez  | 22.01.2026 - Rojanekırın : 22.01.2026
Li Agiriyê Bendava Yaziciyê ya ku qismekî wê qeşa girt, di nav mijê da ma Abdullah Söylemez

Ağrı

 Li Agiriyê ji ber hewaya sar Bendava Yaziciyê qeşa girt û mijê derûdora bendavê rapêça ku dîmenên wê bi dronê hatin kişandin.

Li Agiriya ku germahiya hewayê ya herî kêm di binê sifirê da 26 pile hat pîvan ji ber sir û sermayê Bendava Yaziciyê bi qismî qeşa girt.

Bendava ku ava vexwarinê lê tê peydakirin û havînê jî zevî bi ava wê tên avdan, di nav mijê da ma.

Mija ku li derûdora bendavê ya ku li qadeke mezin çêbû dema ku danî ser çiyayan jî dîmenên xweş derketin holê.

Dîmenên qeşayên mezin ên li bakurê bendavê û mija ku herêm pêçaye bi dronê hatin qeydkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın