Li Erziromê li ser berf û qeşayê kêfa hespsiwariyê
Erzurum
Li Erziroma ku mehên zivistanê lê dijwar derbas dibin, hespsiwarên ji pîşeyên cihê, li erdên bi berf û qeşayê girtî, hespsiwariyê dikin û him strêsê diavêjin, him jî li siruştê wext derbas dikin.
Li vî bajarê ku bi werzişên zivistanê tê nasîn, kesên ku weke hobiyekê hespsiwariyê dikin, bi hespên ku li zeviyên gundewarî yên navçeya Azîziyeyê bi emanetî dane çiligan, li ser deştên bi berf venixumandî diçin safariyan.
Koma ku ji dadwer, polîs, akademîsyen, rojnamevan û esnaf pêk tê, dema xwe ya vala bi safariyên hespan li deştên bi berfê venixumandî û rewrewkên çemên qerisî derbas dikin.
Herçend germahiya hewayê carinan dadikeve binê sifirê 15 pileyan jî, hespsiwar kêfê ji bêdengî û dîmenên ku siruşt pêşkêş dike digirin.
Dadwer Ridvan Ulkumen, ku li bajêr wezîfedar e, ji nûçegihanê AAyê ra got ku jîngeha siruştî ya Erziromê her gav ji bo hespsiwariyê guncav e.
Endama Hîndekariyê li Beşa Perwerdehiya Seretayî ya Fakulteya Perwerdê ya Kazim Karabekirê ya Zanîngeha Ataturkê Pelîn Metyê jî behs kir ku derbaskirina demê bi hespan ra gelekî xweş e.
Serkomîser Îsmaîl Taşdemîr rave kir ku ew piraniya dema xwe ya vala li ser hespê di erdên bi berfê venixumandî derbas dike.
Enes Karakaşê ku karê elektrîkê dike, diyar kir ku wî bi saya jina xwe dest bi hespsiwariyê kiriye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
