Yunus Hocaoğlu
15 Hezîran 2021•Rojanekirin: 16 Hezîran 2021
Li 3 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be, li aliyê bakur jî cî bi cî wê ewrayî be.
Li herêmê derdora Erzirom, Qers û Erdexanê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor texmînê germa hewayê wê li gor demsalê be.
Bişev germa hewayê ya herî kêm li Qersê 8, li Erdexanê 9, li Agiriyê 10, li Erziromê 12, li Tunceliyê 14, li Erzincanê 16 û li Îdirê 17 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 34, li Tunceliyê 33, li Erzincanê 32, li Agiriyê 30, li Qers û Erziromê 28 û li Erdexanê 26 pile tê payîn.